Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''

Komîteya Azadiya Rêbertî panlek bi diruşma "Azadiya Rêbertî dê Rojhilata Navîn bike qada biratiya gelan" li navenda çandê ya Navçeya Fafînê ya Şehbayê li dar xist.

Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
Li Şehbayê panela "Rêbertî û biratiya gelan''
31 tîrmeh, 2021   15:09
ŞEHBA

Bi dehan rûspiyên herêmê, nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr û endamên saziyên civaka sivîl beşdarî planelê bûn.

Di panelê de du mijar hatin nîqaşkirin. Ya yekemîn: Rêbertî û biratiya gelan û ya duyemîn jiyana hevbeş û biratiya gelan di navbera teorîk û pratîkê de.

Panel bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamên dîwanê hatin hilbijartin ku ji endamên Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Weysî Mihemed, Şirîn Reşîd û Arif Şêx pêk tê.

Mijara yekemîn ji aliyê Arif Şêxo ve hate şîrovekirin. Şêxo behsa dîroka civaka Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku Rojhilata Navîn destpêkê mirovahî di nava klanan de hembêz kir kir û hîna cihê xwe yê navendî di pêşxistina têkiliyên mirovahî û nirxên wê de parastiye.

Şêxo her wiha behsa projeya neteweya demokratîk kir û destnîşan kir ku ev proje hemû pêkhate, netewe ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Tirkumen..hwd hembêz dike.

Arif Şêxo, nirxandin û lêkolînên Rêber Abdullah Ocalan ên di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de şîrove kirin û got, ev proje biratiyan gelan di nava sîstemeke civakî, ekolojîk û exlaqî de esas digire.

Şêxo di berdewama nirxandinên xwe de diyar kir tevî şer, ambargo û derfetên kêm projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser erdê pêk hat.

Têkildarî mijara duyemîn a panelê Şirîn Reşîd got: "Jiyana hevbeş û biratiya gelan xwe dispêre hevdu îtrafkirin, ji ber ku qanûnên xwezayî ne. Zaniyarên olî jî teqez dikin ku nirxên olî xwe dispêre hevdu naskirin."

Şirîn diyar kir ku civaka sûrî di dîrokê de bi qebulkirina lêborîn û efûkirinê tê naskirin û ev yek ji rêgezên jiyana hevbeş û nêrîzkatiyên mirovî ne ku bandore li ferd û civakê dike.

Di dawiya panelê de beşdaran nêrînên xwe li ser mijarê parve kirin.

ANHA