​​​​​​​Li Derayê şer û çalakiyên protosto

​​​​​​​Li bajarê Derayê li gelek eniyan şerên dem dem di navbera çekdarên herêmî û hikumeta Şamê de rû dide. Li bajarê Hîrak ê dikeve rojhilatê Derayê ji bo piştgiriya Dera El-Beled çalakî hatin lidarxistin.

​​​​​​​Li Derayê şer û çalakiyên protosto
30 tîrmeh, 2021   14:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku  li eniyên bajarê Derayê şerekî dem dem di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên herêmî de qiwimiye û diyalog berdewam dikin, lê çareserî dernektiye holê.

Di saetên nîvro de li bajarê Hîrak ê dikeve rojhilatê Derayê ji bo piştgiriya Dera El-Beled çalakî hatin lidarxistin.

Li gorî nûçeya SOHR a vê sibehê, Ji ber şerê li Derayê heta niha 28 kes hatine kuştin ku 5 ji wan zarok in.

Ji beriya çend saetan ve û heta niha li tevahiya parêzgeha Derayê aramî heye û li gelek herêmên bakur û rojhilatê Derayê gule têne reşandin.

(eh)