2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê li Beyrûtê dest pê kir

îro li paytexa Lubnanê Beyrût, bi dirûşma “Bi yekitiya Jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin” 2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir.

2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê li Beyrûtê dest pê kir
30 tîrmeh, 2021   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya ku dê 2 rojan dewam bike bi dirûşma “Bi yekitiya Jinan em ê şoreş û demokrasiyê pêk bînin” tê lidarxisitn.

Komeleya Jîn a Jinan, Kombûna Jinên Demokratîk, Komeleya Jinan a Iraqê, Yekitiya Komîteyên Jinan a Fîlistînê û Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, kongreyê orgenîze dikin. Her wiha Tevgera Jinên Kurd a Ewrupayê (TJK-E) û rêxisitna “CENI” sponseriya kongreyê dikin.

Derdora 100 delegeyên jin ji dewletên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê wekî Sûriye, Lubnan, Îran, Iraq, Fîlistîn, Tûnis, Sûdan, Lîbya, Mexrib, Urdun û Misirê û gelek dewletên Ereban û herêmî tev li kongreyê bûne.

Di destpêka kongreyê de bi navê Komîteya Amadekar a kongreyê, seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî ya li Lubnanê Henan Osman axivî. Henan bal kişand ser girîngiya lidarxistina 2`emîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn.

'ME GELEK ZEHMETÎ DERBAS KIRIN HETA EM GIHÎŞTIN VÊ QONAXÊ'

Henan di dewama axaftina xwe de got: “Piştî derbasbûna 8 salan li ser lidarketina kongreya yekemîn li Amedê, kongreya duyemîn li Beyrûtê li dar dikeve. Lidarxistina vê kongreyê li vir gelek girîng e. Bi taybet li gel guhertinên ku li herêmê pêk tên ji Tûnisê bigire heta Sûriyê, Misir, Lîbya, Yemen û gelek dewletên din ên ku rengê jinê tê de diyar bû. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke bêhempa ya serokatiya kolaktîf derket pêş.”

Piştre axaftina destpêkê, gelek peyamên pîrozkirina lidarxistina kongreyê hatin xwendin. Di nav de peyama siyasetmedar Leyla Guvan ku niha di girtîgehê de ye. Leyla di peyama xwe de diyar kir ku ew piştgiriya hemû cureyên têkoşîna jinan a li herêmê dike.

Hena Seydo jî peyama KJK`ê û Rîham Hesen peyama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî xwendin.

Piştre têkildarî têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê bi navnîşana (Jin li ber xwe didin), senevîzyonek hat pêşendan.

Dê di 2 rojên kongreyê de 5 rûniştin pêk werin û 3 werşeyên kar werin lidarxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku yekemîn Kongreya Jinan a Rojhilata Navîn li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê sala 2013`an hatibû lidarxistin.

(şx)

ANHA