El-Asî: Divê gelê Sûriyê li hemberî peymanên li dijî herêmê hevgirtî bin

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî peymanên bi guman ên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hêzên mezin de yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser hevgirtî bin.

El-Asî: Divê gelê Sûriyê li hemberî peymanên li dijî herêmê hevgirtî bin
29 tîrmeh, 2021   06:04
REQA-EHMED EL-ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Qaşo hêza garantor Rûsya ya ku sponseriya lihevkirina agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û dewleta Tirk de dike, li hemberî van êrişan bêdeng e. Li gorî wê lihevkirinê hêzên hikumeta Şamê û Rûsya bi armanca pêkanîna lihevkirinê derbasî herêmê bûn.

Lê dagirkeriya Tirk lihevkirinê bin pê dike. Bêdengiya Rûsyayê jî derfetê dide dagirkeriya Tirk ku sûc û binpêkirinên xwe zêde bike.

Girêdayî mijarê Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî got dewleta Tirk ji destpêka şoreşa Sûriyê ve bi awayekî eşkere şerê Sûriyê dike.

`DEWLETA TIRK HEWL DIDE PROJEYA RÊVEBERIYA XWESER TÊK BIBE`

El-Asî wiha domand: “Dewleta Tirk armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Di bin banê vê projeyê de pêkhateyên Sûriyê jiyaneke hevbeş bi hev re dijîn. Ji ber wê dewleta Tirk û dewletên ku dest li kar û barên Sûriyê werdidin mîna Rûsya, Îran, her wiha hikumeta Şamê û milîsên wê metirsîdar in.”

El-Asî diyar kir ku ji ber wê dema di warên rêveberî û aborî de li herêmên Rêveberiya Xweser aramiyek çêbibe, dewleta Tirk hewl dide tevliheviyekê derxe, yan bi rêya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên wê de yan jî di navbera hema pêkhateyê de.

El-Asî bal kişand ser civînên Astanayê û got: "Di her gereke siyasî yan jî civîneke Astanyê de Rûs, hikumeta Şamê û dewleta Tirk li hev dikin. Dibe ku hebûna hikumeta Şamê di wan lihevkirinan de ne yekser be, lê hebûna wê heye. Yên ku wan lihevkirinan bi rê ve dibin jî rûs û tirk in. piraniya wan lihevkirinan jî li ser hesabê gelê Sûriyê ne."

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê daxuyand ku ew bazar an jî lihevkirin bi rêya zêdekirina hejmara koçberan pêk tê, çi ji herêmên Rêveberiya Xweser an jî şêniyên Idlibê be û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ji wê zêdetir bi rêya van bazaran, li hemberî radestkirina erdnîgariyeke din a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Tirkiyê re, erdnîgariyeke din a muxalefetê radestî hikumeta Şamê tê kirin.”

El-Asî îşaret pê kir ku dewleta Tirk xema gelê Sûriyê naxwe lê belê muxalefetê ji berjewendiyên xwe bi kar tîne. Wan dike çete û li Afrîka, Azerbêcan, Efganistan û heta Kafkasyayê bi kar tîne da ku ajandeyên xwe pêk bîne. Tirk li ser hesabê gelê Sûriyê şer dike.

Li gorî El-Asî tenê Rûsya û Îranê sûdê ji kiryarên dewleta Tirk digirin da ku hikumeta Şamê biparêzin. Bi vê şêwazê berjewendiyên xwe diparêzin û destkeftiyên din bi dest dixin û lihevkirinên demdirêj pêk tînin.

Zêdan El-Asî got ne dûr e dewleta Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike bi taybet piştî ku Rêveberiya Xweser têkiliyên baş bi gelek dewletan re danîn û rêzebiryar û qanûn guhertin. 

El-Asî bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî xeteriya li dijî herêmê û ji bo parastina projeya Rêveberiya Xweser bibin yek.

Di dawiyê de Zêdan El-Asî got: “Ev proje rêya rizgariya gelê Sûriyê ye, heke bi bin keve wê Sûriye derbasî toneleke tarî bibe û rewşa wê vegeriya beriya 10 salan.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EMMGMAwtdRI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>