Siyasetmedar: Armanca daxuyaniya wezareta karên derve ya Sûriyê derxistina tevlîheviyê ye

Siyasetmedarên Kurd daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ya têkildarî Rêveberiya Xweser şermezar kir û got, armanca wê derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweer e.

Siyasetmedar: Armanca daxuyaniya wezareta karên derve ya Sûriyê derxistina tevlîheviyê ye
29 tîrmeh, 2021   00:37
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Wezareta Karên Derve ya Sûriyê li ser zimanê wezîrê wê Feysel Miqdad daxuyand ku Rêveberiya Xweser armanc dike ji Sûriyê qut bibe, li beramberî wê bertekên gelêrî û siyasî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketin holê.

‛RÊVEBERIYA XWESER SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK LI HERÊMÊ PÊK TÎNE’

/kr/uploads/files/2021/07/28/202157_-.webp

Têkildarî mijarê Endamê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî Nîhad Remê daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê şermezar kir û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafekî rewa ji hemû pêkhateyên herêmê re ye. Armanca wê ne parçebûn e, lê belê armanca wê demokrasiyê li herêmê xurt bike û Sûriyeke nenavendî û pirreng ava bike."

Nîhad Remê destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser sîstemeke demokratîk li herêmê pêk tîne û ew jî li ser bingeha jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, her wiha hewl dide aştî û wekheviyê di navbera hemû pêkhate, netewe û beşên civakê de pêk bîne.

Nîhad Remê îşaret pê kir ku divê hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî bin, da ku destkeftiyan zêde bikin ku Sûriyeke demokrat a pirrengî ya nenavendî ava bikin.

 ‘ARMANCA DAXUYANIYA WEZARETA KARÊN DERVE YA SÛRIYÊ, DERXISTINA TEVLÎHEVIYÊ DI NAVBERA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ DE YE‘

/kr/uploads/files/2021/07/28/202138_-.webp

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Wîfaq a Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mûsa Kîtikanî jî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Her ku Rêveberiya Xweser hin serkfetinan bi dest bixe, ji aliyê rejîmên dijber ve tê hedefgirtin. Armanca wan jî ku tevlîheviyê di navbera rêveberî û pêkhateyên herêmê de, derxin."

Mûsa Kîtikanî piştrast kir ku projeya neteweya demokratîk bi nûnertiya Rêveberiya Xweser  projeyeke demokratîk e û ev yek bi rêya hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de û xebatên hevbeş di nava saziyên wê de, diyar dibe.

Mûsa Kîtikanî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ji rastiyê dûr e. Armanca wê tevlîheviyê derxe û destkeftiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin, têk bibe."

(bx)

ANHA