​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2021'AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-07-2021'AN
28 tîrmeh, 2021   23:00

-Meclisa Ciwanên Reqayê ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirl li dijî xaka Sûriyê meşekê li dar dixe, saet di 09:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Piştî eşkerekirina belgeyeke hikumeta Şamê ya têkildarî niyeta DAIŞ`ê ya pêkanîna êrişan li Siwêdayê, niha çav li parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyê ne. Siyasetmedarekî ji Siwêdayê ku li ser belgeyê xwedî agahî ye, ji ajansa me re armanca wê belgeyê û senaryoyên muhtemel eşker kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra El-Elî ya Ereb bang li civaka navneteweyî kir ku vîna derdora 5 milyon welatiyên Sûriyê nas bike, yên ku teror tune kirin û yekitiya axa Sûriyê parastin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî peymanên biguman ên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hêzên mezin de yên li dijî Rêveberiya Xweser hevgirtî bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Mufadeleya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin. Endama komîteya amadekar diyar kir ku her sê zanîngeh ji bo pêşwazîkirina xwendekaran amade ne û dikarin derdora 2 hezar xwendekarî pêşwazî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnasekî nêzîkatiya navneteweyî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên di Kampa Holê û girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de ne, rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koodînatorê bendava Firatê Rişdî Remezan diyar kir ku miqdarê ava ku  ji aliyê dewleta Tirk ve tê  berdan ji destpêka 2021`ê ve wekî xwe ye ku di saniyê de kêmî 200 metrekab  e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên Pêşangeha Herekol a 5’emîn a Pirtûkan îro li Qamişlo bi beşdariya 44 weşanxaneyên ji tevahî Kurdistan û gelek dewletên Ereb dest pê dike. Saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarên Kurd daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ya têkildarî Rêveberiya Xweser şermezar kir û got, armanca wê derxistina fîtneyê di navbera pêkhateyên herêmê de û têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweer e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokatiya Meclisa Herêma Dêrikê berxwedana destane ya HPG`ê ya li hemberî planên mêtingeriyê yên dewleta Tirk a dagirker silav kir û banga mezinkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir ku hewl dide Başûrê Kurdistanê û beşên din ên Iraqê dagir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji sala 1994'an ve û heta 2011'an dewleta Tirk a dagirker 46 caran çekên kîmyewî bi kar anîn û herî kêm 437 kes pê hatin qetilkirin. Dewleta Tirk vî sûcî hê jî didomîne û li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî li dijî gerîla û sivîlan, di sê mehên dawî de 67 caran bi kar anîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 

KURDSTAN

- Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs bang ‎kir ku divê diplomatên ji aliyê PDK'ê ve hatine revandin, werin berdin.‎  Her wiha eşkere kir ku siyaseta PDK’ê dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nilufer Koç da zanîn ku Tirkiyê di qonaxa dawî ya şerê Başûrê Kurdistanê de têk çûye û got: “Ji bo serkeftinê rola daye PDK`ê ku gerîla dorpeç bike, rê bigire û bifitesîne. Divê tu kes bêdeng nemîne û ji rewşê haydar be.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA