​​​​​​​Remzî Şêxmûs: Siyasetên PDK’ê mîna kiryarên MIT’a Tirk ên li dijî gelê Kurd in‎

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs bang ‎kir ku divê diplomatên ji aliyê PDK'ê ve hatine revandin, werin berdin.‎  Her wiha eşkere kir ku siyaseta PDK’ê dikeve xizmeta berjewendiyên dagirkeriya Tirk.

​​​​​​​Remzî Şêxmûs: Siyasetên PDK’ê mîna kiryarên MIT’a Tirk ên li dijî gelê Kurd in‎
28 tîrmeh, 2021   23:37
HELEB-ARIF SILÊMAN

Ji 10'ê Hezîrana borî ve, dema endamên Têkiliyên PYD’ê Mistefa Xelîl û Mistefa Ezîz û nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhad Hesen diçûn balafirgeha Hewlêrê ku mêvanan pêşwaz bikin, PDK’ê ew revandin û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

‛ARMANCA ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ TÊKBIRINA KURDAN E’

Têkildarî wê yekê Remzî Şêxmûs ji ajansa me re axivî û wiha got: "Armanca plan û êrişên dagirkeriya Tirk li dijî tevgera Kurd li ser xaka Kurdistanê têkbirin û qirkirina gelê Kurd e. Efrîn nimûneya herî berbiçav e, dagirkeriyê di Efrînê de sûcên hovane li dijî şêniyên wê kir, koçber kir û komkujî pêk anîn."

Remzî destnîşan kir ku divê partiyên Kurd ên Ii çar parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin û wiha domand: "Di vê demê de pêwîst e partiyên Kurd yekitiya xwe ava bikin û xebatê ji bo doza Kurd bikin. Lê mixabin hin partî hene xizmeta ajandeyên dagirkeriya Tirk dikin û vê doze derbe dikin, kurdan digirin û qetil dikin."

‛TU CUDAHÎ DI NAVBERA SIYASETA DAGIRKERIYA TIRK Û PDK’Ê DE TUNE YE’

Şêxmûs bal kişand ser ku revandina endamên têkiliyên PYD’ê û nûnerê Rêveberiya Xweser ji hêla PDK’ê dişibe siyaseta MIT’a Tirk dema kurdan li Bakurê Kurdistanê digire.

Remzî Şêxmûs da zanîn ku çarenûsa kesên ku hatine revandin hîna jî ne diyar e ku bi destê ‎istîxbarata Tirk an jî bi destê PDK'ê hatine revandin.  Her wiha bang li PDK’ê kir ku çarenûsa wan eşkere bike û serbest berde.

Şêxmûs diyar kir ku siyaseta PDK’ê dikeve xizmeta dewleta Tirk û wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk îro hebûna xwe li ser hesabê qirkirina gelê Kurd îsbat dike." ‎

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Remzî Şêxmûs li dawiyê bang li PDK’ê kir ku dîplomatên revandî bi lez berde û ji siyaseta xwe ya piştgiriya dagirkeriya Tirk ku sûcan li dijî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dike vegere, ji ber ku nakeve ximzeta doza Kurd û gel.

 ‏(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/n-jdv1PTVkM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>