Di êrişên hêzên Efganistanê de 40 endamên Talîban hatin kuştin

Wezareta Karên Hundirîn a Efganistanê ragihand ku di rêzeêrişên li wîleyata Paktiye ya rojhilatê Efganistanê de, 40 endamên Talîban hatine kuştin.

Di êrişên hêzên Efganistanê de 40 endamên Talîban hatin kuştin
26 tîrmeh, 2021   12:07
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundirîn a Efganistanê got îro di rêzeêrişên li wîlayeta Paktiye ya rojhilatê welêt de, 40 endamên tevgera Talîbanê hatine kuştin.

Malpera “Tolo News” ku agahiyên xwe dispêre wezaretê ragihand ku plankarê êrişa bi moşekan a li dijî koşka serokatiyê ya di cejna Quranê de tevî 3 kesên din li paytext Kabulê hatine girtin.

Berdevkê Wezareta Karên Hundirîn Mirwais Stanekzai ragihand ku girtina wan kesan bi operasyoneke taybet a hêzên Efganistanê li herêma Baxman a Kabulê pêk hatiye.

(cx)