ꞌHevkariya bi dagirkeriya Tirk re xiyaneta li dijî Kurdan eꞌ

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê tevkariya PDK`ê ji dagirkeriya Tirk re wekî xiyaneta li dijî gelê Kurd û doza wan bi nav kir, bi wê re bang li partiyên Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û dawî li êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî xaka Kurdistanê bînin.

ꞌHevkariya bi dagirkeriya Tirk re xiyaneta li dijî Kurdan eꞌ
23 tîrmeh, 2021   07:15
HELEB-ARIF SILÊMAN

Têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya wê dike, ajansa me hevpeyvîn bi şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê re çêkir.

Welatiyê bi navê Salih Mistefa yê ji şêniyên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê axivî û êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, şermezar kirin.

ꞌPIŞTGIRIYA JI DAGIRKERIYÊ RE XIYANET Eꞌ

Mistefa diyar kir ku armanc ji van êrişan dagirkirina erda Başûr e û PDK`ê jî rê jê re vedike û wiha got: "Em ji tevkarî û piştgiriya PDK’ê ji dagirkeriyê re bi îxaneta li gelê Kurd û doza wî re wesif dikin."

Artêşa Tirk ji beriya 4 mehan ve bi hemû hêza xwe ya leşkerî û pêşketî û çekên qedexekirî êrişî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên li herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê dike, li hemberî vê yekê gerîla berxwedaniyeke bêhempa nîşan dide.

ꞌEM PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GERÎLA DIKINꞌ

Mistefa piştgiriya xwe ji berxwedana gerîla re ku li dijî êrişên dagirkeriya Tirk pêk tînin, nîşan da û got: "Dagirkirina Başûr dê wekî herêmên dagirkirî yên din be, ji wan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku li wan  herêman komkujî û qirkirinên li dijî Kurdan pêk tên."

Salih Mistefa bang li PDK`ê kir ku dev ji piştgiriya ji dijmin re berde û li hemberî gerîla nesekine, her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî kir ku li dijî dagirkeran serî hildin û piştgiriya gerîla bikin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze erda Başûrê Kurdistanê dagir bike.

ꞌDAGIRKER LI HEMBERÎ BERXWEDANA KURDAN DÊ BI SER NEKEVEꞌ

Welatiyê bi navê Mihemed Bîlal axivî û ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk ji destpêka ku hatiye avakirin, şerê gelê Kurd dike û li dijî wan komployan pêk tîne, lê tevî vê yekê dê li hemberî vîna Kurdan bi ser nekeve, ji ber ku ji bo doz, azadî û mafên xwe li ber xwe didin û tu kes nikare vê berxwedanê û vînê bişkîne."

Mihemed Bîlal ev dirêjî da gotina xwe: "Kiryarên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dike, bi armanca têkbirina projeya yekitiya niştimanî ye, ji ber yekitiya kurd  tê wateya bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re."

ꞌDIVÊ EM YEKITIYA XWE AVA BIKIN Û DAGIRKERIYÊ JI BAŞÛR DERXINꞌ

Li aliyekî din jî welatiya bi navê Emîne Seydo hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir.

Emîne Seydo da zanîn ku berxwedana ku gerîla li dijî dagirkeriya Tirk dide meşandin; berxwedaneke dîrokî ye, ji lewma divê partiyên kurd li dijî dagirkeriya Tirk û derxistina wê ji xaka Başûrê Kurdistanê yekitiya ava bikin.

(eh)

ANHA