​​​​​​​Rêxistina Geşedan û Pêşketinê wê 25’ê Tîrmehê foruma Kurd – Ereb li dar bixin

Rêxistina Geşedan û Pêşketinê ku wê di 25’ê Tîrmehê de bi navê “Di çarçoveya geşedanên rojane û zehmetiyan de girîngiya peywendiyên Kurd û Ereban” Forumekê li dar bixin.

​​​​​​​Rêxistina Geşedan û Pêşketinê wê 25’ê Tîrmehê foruma Kurd – Ereb li dar bixin
22 tîrmeh, 2021   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN 

Foruma ku ji aliyê Rêxistina Geşedan û Pêşketinê ve tê organîzekirin, wê bi rengê Zoom (înternetê) were lidarxistin. Di foruma ku wê gelek rewşenbîr û akademîsyenên Kurd û Ereb tevlî bibin de, wê mijarên wekî, “Di vê demê de çima peywendiyên Kurd û Ereb?”, “Li hemberî destwerdanên ser herêmê rola Ereb û Kurdan” û “Pêşeroja danûstendinên Kurd û Ereban” werin gotûbêjkirin

Forum wê 25’ê Tîrmehê li gorî saeta Qahîre-Bruksel di saet 17.00’an de û li gorî saeta Şam,  Bexda û Beyrutê jî di saet 18.00’an de dest pê bike.

Forum di heman demê de wê ji aliyê Ronahî Tv ve, bi awakî zindî were dayîn.