Malbatên şehîdan: Sûcên dewleta Tirk hemû nirxên mirovahiyê bin pê dikin

Malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li ser goristanên şehîdan nirxên mirovahiyê bin pê dike û tu cudahî di navbera wê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye.

Malbatên şehîdan: Sûcên dewleta Tirk hemû nirxên mirovahiyê bin pê dikin
21 tîrmeh, 2021   01:59
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê êrişî goristana şehîdan kir û cenazeyên wan derxistin û wekî qurbaniyên komkujiyan e ku YPG`ê beriya dagirkirina Efrînê pêk anîne nîşan da. Li hemberî vê êrişê nerazîbûn zêde dibin.

Malbatên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê diyar kirin ku sûcên dewleta Tirk ji yên DAIŞ`ê ne cuda ne. Dagirkeriya Tirk komkujî li dijî sivîlan pêk anîn û ji warên wan dan koçberkirin.

Dayika şehîd Sema, Salihe Mistefa got: “Sûcê dewleta Tirk û çeteyên wê yên wêrankirina goristanên şehîdan mîna yên DAIŞ`ê ne. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide vîna gelê berxwedêr têk bibe û êrişî gorên şehîdan dike ku bingeha şoreşa me ne.”

Birayê şehîd Cîhad, Hemîd Meîş jî got: “Bi saya fedekariyên birayê min û hevalên wî em li ser vê axê ne. Dagirkeriya Tirk goristanên şehîdên me yên pîroz wêran dike.”

Meîş wiha domand: “Dewleta Tirk her tim û bi hemû rêbazan şerê gelê Kurd dike da ku vîna wî bişkîne bi taybet piştî ku li Rojava gelek destkeftî bi dest xistin û bi tevlêbûna hemû pêkhateyan pergaleke demokratîk ava kirin. Ji ber wê êrişî vê pergalê û ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

Meîş bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî û civaka navneteweyî kir ku mudaxele bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestînin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê û bavê şehîd Yilmaz Salim El-Salim sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan hemû qanûnên navneteweyî û nirxên mirovahiyê bin pê dike û tu cudahî di navbera wê û çeteyên DAIŞ`ê de tune ye.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/S9mJhn36KNo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>