Zarokên Xezayê ji ber şer pirsgirêkên derûnî dijîn

​​​​​​​Piştî şerê dawî yê li Xezayê, Nûr Ebû Hesen hewl dide kurê xwe Mihemed ê 7 salî ku ji ber tirsa zêde nexweşiyên derûnî pê re çêbûne, ji wê rewşê xilas bike.

Zarokên Xezayê ji ber şer pirsgirêkên derûnî dijîn
21 tîrmeh, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebû Hesen (26) ji ajansa me re diyar kir ku rewşa kurê wî Mihemed ji ber şerê li Xezayê qewimiye, ne baş e û ew zêde ditirise. Ruxmî ku zêdetirî du meh in şer bi dawî bûye jî, hîna hewldanên dermankirina Mihemed berdewa in.

Rewşa malbata Ebû Hesen a di vî warî de ji rewşa malbata ciwana bi navê Zêna Helaq ne cuda ye. Xwişka Zêna ya biçûk Ala (4) jî pir ditirise. Zêna dibêje, dema ku malbatê ji Ala re gotiye Cejna Qurbanê nêzîk bûye û dê jê re cilan û pêwîstiyên cejnê bikirin, Zêna çavên wê tijî rûndik bûn.

Li gorî Zêna, dema ku gotina "cejn" bihîst, bersiva Ala wiha bû: "Em cejnê naxwazin, di cejnê de şer çêdibe." Ji ber ku şerê dawî yê li Xezayê di Cejna Remezanê ya borî de qewimî û dema ku zarok gotina cejn an dengekî xurt dibihîzin ditirsin.

Rewşa Alayê mîna rewşa piraniya zarokên Xezayê yên kêmî 5 saliyê ne, ku rêjeya wan ji sedî 50'î ji şêniyên Xezayê ye.

JI SEDÎ 91 JI ZAROKÊN XEZAYÊ PIRSGIRKÊN DERÛNÎ DIJÎN

/kr/uploads/files/2021/07/21/095018_whatsapp-image-2021-07-15-at-3.12.54-pm.webp

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (Euro- Mediterranean Human Rights Monitor), piştî zêdetirî du mehan ji operasyonên leşkerî yên Îsraîlê, ji sedî 91 anku ji her 10 zarokan 9 zarokên Xezayê pirsgirkên derûnî bi wan re çêbûne.

Navenda çavdêriyê diyar kir ku ji niştecihên Xezayê ku hejmara wan bi giştî derdora 2 milyon kes in, ji sedî derdora 50 zarokên jêrî 15 saliyê re ne û ji sedî 49 keç in. Navendê da zanîn ku di operasyona Îsraîlê ya "Haris El-Eswar" ya li dijî Xezayê ku di navbera 10 û 21'ê Gulana borî de pêk anîbû, taxên ku ji sedî 75 ji niştecihên wan jin û zarok in, kiriye hedef.

Her wiha diyar kir ku 241 zarok ji ber topbaranê dê û bavên xwe winda kirine, derdora 5.400 zarokan jî malên wan bi temamî an bi awayekî mezin wêran bûne û 42 hezar zarok malên wan bi awayekî beşî ziyan dîtine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Euro- Mediterranean ragihand ku di dema êrişî de 72 hezar zarok koçberî dibistanên girêdayî Ajansa UNRWA an malên xizmên xwe bûn.

Li gorî Euro- Mediterranean, lêkolînera wê ya meydanî Meryem Dewas û ekîpa meydanî bi sedan hedefkirina rasterast a malên sivîl belge kirin û diyar kir mîna vê astê ji dijwariya êrişê berê pêk nehatiye.

Her wiha diyar kir ku Meryem Dewas û zaroka xwe piştî êrişên bi balafirên şer ên Îsraîlê li ser avahiya ku lê dimîne koçber bû.

Di rapora çavdêriyê de şehîdiya Meryem Dewas heye ku dibêje: "Ji her sê operasyonên leşkerî yên dawî yên li ser Xezayê yên ji 2008 heta 2014 'an cudahiyeke mezin nine, ferqa yekane ew e ku ez ji wan kesên ku me belge dikir, min bi wan re lez û bi qîr li zaroka xwe digeriyam, piştî êrişa balafira şer a Îsraîlê li ser avahiya ku lê dimînim ez jî mîna wan ji malê reviyam. Îro ez û keça xwe ya biçûk Sofî ku temanê wê 3 sal derbas nake li sedemên jiyanê digerim, mîna piraniya niştecihên Xezayê em di aloziyê re derbas dibin."

Ji ber şerê dawî yên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku 11 rojan dewam kir de 66 zarok hatin qetilkirin û 470 jî birîndar bûn.

ANHA