Bi wesîleya cejnê serdana goristanên şehîdan kirin

Bi boneya Cejan Qurbanê bi sedan malbatên şehîdan û şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê êvarê serdana goristanên şehîdan kirin û mûm li ser gorên wan vêxistin.

19 tîrmeh, 2021   20:27
 NAVENDA NÛÇEYAN

HELEB

Bi boneya Cejna Qurbanê ku sibe sêşemê ye, bi sedan malbatên şehîdan, şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana goristana şehîdan a li herêma Şiqeyf kir.

Li goristanê hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso axivî û cejn li tevahiya malbatên şehîdên azadiyê, rêber Abdullah Ocalan, gelê herêmê û şervanên YPJ û YPG`ê pîroz kir.

Eyşe ev li gotina xwe zêde kir:"Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî êrişî gorên şehîdên Berxwedana Serdemê kirin. Ev sûcên ku Efrînê pêk tên, isbat dike ku dewleta Tirk ji goristanên şehîdan û tevahiya gelê Kurd ê berxwedêr ditirse."

Eyşe di dawiyê de ev xal rêz kirin: "Dewleta Tirk îdiayan diafirîne û dibêje Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî gelê Efrînê komkujî pêk anîne. Piştre wan di goreke komî de veşartine. Lê gelê Efrînê siyaseta dewleta Tirk têk bir, ji cîhanê tevda re bi belge isbat kir ku ew gorên ciwanên wan e ku di Berxwedana Serdemê de ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê de şehîd bûbûn."

Dûvre beşdaran mûm li ser s gorên şehîdan vêxistin.

Çalakî bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ŞEHBA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KJE-czQ3QXs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Têkildarî hema mijarê şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê serdana goristana şehîdan a li navçeya Ehrezê kir.

Bi sedan malbatên şehîdan, şêniyên herêma Efrînê û Şehbayê li goristana şehîdan kom bûn û bi boneya Cejna Qurbanê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

QAMIŞLO

Bi boneya Cejna Qurbanê îşev şêniyên Qamişloyê serdana goristana Şehîd Delîl Saroxan kir û mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Destpêkê şêniyên Qamişloyê deqeyeke rêzgirtin girt, piştre mûm li ser tevahiya goran vêxistin û gul danîn.

MINBIC

Bi heman armancê malbatên şehîdan û şêniyên bajarê Minbicê serdana gorên şehîdên xwe kirin û mûm li ser gorên wan vêxistin.

Bi dehan malbatên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbic û gundewarê wê û endamên saziyên sivîl li goristana şehîdan a li başûrê bajêr kom bûn, da ku cejna şehîdan pîroz bikin û mûnan li ser gorên wan vêxin.

(eh)

ANHA