​​​​​​​Li Minbicê şahiya 19`ê Tîrmehê li dar ket

Bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Minbicê û gundewarê wê bi dirûşmeya"Werin cenga azadiyê" şahiyek li dar xist.

​​​​​​​Li Minbicê şahiya 19`ê Tîrmehê li dar ket
19 tîrmeh, 2021   19:45
MINBIC

Endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Sivîl a Minbicê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî şahiyê bûn.

/ar/uploads/files/2021/07/19/191712_nwra-alhamd.webp

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewarê wê Nûra El-Hamid bi navê Rêveberiya Minbicê axivî û salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li tevahiya gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Nûra ev dirêjî da gotina xwe:"Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku çirûskên wê li bajarê berxwedanê Kobanê dest pê kir erka demokratîkkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt ser milên xwe ku, dendika rizgarkirina tevahiya herêman a ji qirêjiya terorê bû. Şoreşa bi pêşengtiya jina azad û berxwedêr dest pê kir."

/ar/uploads/files/2021/07/19/191729_hdyl-aljasm.webp

Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hedîl Casim bi navê Tevgera Ciwanan axivî û ev xal rêz kirin:"Em îro li vê deverê salvegera 9'emîn a destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin ku li dijî zilma li ser tevahiya pêkhateyên Sûriyê derket."

Hedîl Casim destnîşan kir ku dijminê Sûriyê di serî de dewleta Tirk dixwazin gel û pêkhateyên wê ji hev parçe bikin û hîn zêdetir erda Sûriyê dagir bikin.

/ar/uploads/files/2021/07/19/191808_minbic-19temuz-28129.webp

Piştî axaftinan koma stranên gelerî ya hunermend Mistefa Ebû Foz stran pêşkêş kirin.

Di dawiyê de jî koma Şehîd Ardal Şahîn şanoya bi navê "Xwendekarê ehmeq" ku îşaret bi pirsgirêkên xwendekaran dike, pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RZyzCGmL9OA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>