Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî herêmên "bêçek" zêde kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi zêdeyî 100 moşekan êrişên xwe li dijî gelek bajarokên herêmên "bêçek" zêde kir.

Hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî herêmên "bêçek" zêde kirin
19 tîrmeh, 2021   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku hêzên hikumeta Şamê zêdeyî 100 moşekî avêtin herêmên Fitîra, Sifohin û Filêfil, her wiha deverên li Sehil El-Xab a li bakurê rojavayê Hemayê.

Ji aliyekî din ve jî, çeteyên "Odeya operasyonên Fetih El-Mûbîn" nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Ciwêrîn û Şetha yên gundewarê rojavayê Hemayê hedef girt.

SOHR'ê duh ragihand ku çeteyên Ehrar El-Şam a Îslamî, nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û alîgirên wê li herêma El-Foc 46 û gundê Ecil ê gundewarê rojavayê Heleb hedef girt.

(dx)