'Em bi hêvî ne ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê'

Kongra Gel bi peyamekê Cejna Qurbanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê.

'Em bi hêvî ne ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê'
19 tîrmeh, 2021   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongra Gel bi boneya Cejna Qurbanê peyamek weşand.

Kongra Gel Cejna Qurbanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê, Rêber Apo, girtiyên zindanan, şervanên azadiyê û dayîkên şehîdan pîroz kir.

Dewama peyamê wiha ye:

“Rêber Apo, girtiyên azadiyê, şervanên azadiyê û bi giştê gelê me, em Cejna Qurbanê di bin êrişên dewletên dagirker, taybetî jî êrişên dewleta Tirk de pêşwazî dikin. Li her der buye qada şer. Tecrîda li ser Rêber Apo şer e. Li hemberî tecrîdê, zulm û zora dewletê berxwedana girtiyên azadiyê şer e. Tevahî qadên şervanên azadiyê şer e. Dewleta Tirk bi giştî li Kurdistan û derveyî welat ji bo destketî û nirxên gelê Kurdistanê têk bibe, bi hemû derfetên xwe şer dike. Emrîka, Yekitiya Ewropa û NATO li hemberî komkujiya gelên Kurdistanê bêdengin û alîkariya dewleta Tirk dikin.

Lê belê rexmê ew qas alîkarî digre jî di şer de rewşa dewleta Tirk xirabe, di şer de xitimiye, nikare pêşketin çêke. Ji ber vê yekê jî dixwaze di nav Kurdan de şer û parçebûn çêbike, moralê gel û gerîla xirap bike û li ser vî esasî jî encam bigre.

Di qada Îmraliyê de dewlet serneket, Rêber Apo bi berxwedaneke dîrokî plan û konsepta dewletê serûbin kir. Berxwedanên zindanan bi rûhê 14’ê Tîrmehê ji destpêkê heta roja îro bi serketî berdevame. Di qada Gerîlla de nûbûn û pêşketinên bê emsal heye. Ji bo têk birina faşîzmê, li qada gel jî pêwîstiya hemleyeke mezin heye. Eger berxwedana gel û gerilla hev temam bike, pergala faşîzmê yê têk biçe.

Ji bo ku em bikaribin rûhê hemleya demê ava bikin û bersîva gerilla bidin, ev Cejna Qurbanê ji bo me derfeteke mezin e. Pêwîst e di pîrozbahiyên cejnê de mijara me ya sereke ew bibe ku li hemberî neyarê gelê Kurd, em rûhê yekîtî û serketînê ava bikin. Planên Erdoğan û Bahçeli ên ku dixwazin hebûna Kurdên azad bi giştî tunne bikin, pêwîst e em di nav gel de teşhir û mehkûm bikin. Li hemberî dujminên gelê Kurd, rûhê hemla serketinê hêz bikin.

Pêwîst e em hevkariya dujmin ya bi her awayî heram bikin, hevkariya dujmin ji bo Kurd bibe xetta sor. Li hemberî vî dujminê sextekar û derewçî kîna gelê xwe bilind bikin û bi rûhê seferberiyê bixebitin, ji dujmin tola xwe bistînin. Em gelê xwe baş bidin fêmkirin ku eger qada gel bikaribe bi rûhê seferberiyê bersîva gerilla bide, ev pêvajo yê bibe têk çûna pergala faşîzmê û di hemû parçeyên Kurdistanê de yê bibe wesîla demokrasi û azadiya gelê me.

Li ser vî esasî em ji gelê xwe re serketinê dixwazin, car din Cejna Qurbanê ya gelê xwe pîroz dikin, hêvî dikin ku cejn bibe wesîla yekîtî û hevgirêdana gelên Kurdistanê.”

(cx)