Li gundewarê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

Şêniyên gundewarê rojhilatê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî dîtin ku bi gelek guleyan hatibû kuştin.

Li gundewarê Dêrazorê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
19 tîrmeh, 2021   07:50
 DÊRAZOR

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê ciwanê bi navê Hisên El-Elî El-Ebûd El-Kilêb, li derdora gundê El-Hermoşiya ya rojhilatê Dêrezorê, dîtin.

Li gorî hêzên ewlekariyê, ciwanê bi navê Hisên El-Kilêb ku ji bajarokê El-Salihiyê ya bakurê Dêrezorê ye, bi çend guleyan hate kuştin û nîşanên îşkenceyê li ser laşê wî hatin dîtin.

Li gorî agahiyan, Hisên beriya 4 rojan ji malê derket da ku motorsiklêtê xwe bifroşe û ji wê rojê ve agahî jê qut bûbûn.

(dx)

ANHA