Jinên Dêrazorê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikin

Di van rojan de jin rengekî cûda dide amadekariyên cejnê. Da ku bi kêfxweşî cejnê pêşwazî bikin, jinên gundewarên Dêrazorê hin cureyên cuda ji şêranî û bi awayekî hevbeş, çêdikin.

Jinên Dêrazorê amadekariyên pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikin
19 tîrmeh, 2021   07:58
DÊRAZOR

Cejna Qurbanê bi rêûresmên taybet ên ku ji civak û olê hatine wergirtin, tê naskirin. Di vê cejnê de dehî (Qurbanî) tê serjêkirin û goşt û şêranî têne belavkirin.

Her sal bi hatina cejnê re jinên Dêrazorê cûreyên cûda ji şêraniyan amade dikin û li hev kom dibin û di çêkirina wan de alîkariya hev dikin.

/ar/uploads/files/2021/07/19/061621_hmdh-aljasm.webp

Têkildarî pêşwazîkirina cejnê welatiya bi navê Hemda El-Casim ku ji gundewarên rojhilatê Dêrazorê ye ji ANHA`yê re wiha got: "Em cejnê bi cûreyên cûda ji çêkirina şêraniyan pêşwazî dikin. Em şêraniyên xwe li malê çêdikin. Ji ber bi awayekî paqij şêranî tê çêkirin."

Girêdayî amadekariyên cejnê Hemda El-Casim ev tişt anî ziman: "Em cûreyên cûda ji şêraniyan li malê bi alîkar û hevkariya xizim û cîranan, çêdikin."

Hemda diyar kir ku piştî ew çêkirina şêraniyan bidawî dikin, berê xwe didin sûkan da ku pêwîstiyên cejnê û cilan ji zarokên xwe re bikirin.

Hemda El-Casim di dawiyê de got ji girîngtirîn rêûresmên cejnê serdana goran di roja cejnê de ye û li wir şêranî tê belavkirin.

Girêdayî heman mijarê, Delal El-Ehmed têkildarî pêşwazîkirina cejnê got : "Em wekî jin cejna Qurbanê bi amadekirina şêraniya cejnê, kirîna diyariyan, serdana xizm û hevalan pêşwazî dikin."

/ar/uploads/files/2021/07/19/061645_dlal-alahmd.webp

Delal El-Ehmed kêfxweşiya xwe bi hatina cejna Qurbanê re eşkere kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevî hemû rewşên ku herêmên me têre derbas dibin, em cejna Qurbanê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Em hêvîdar in ku cejna Quranê bibe rojeke xêrê û ewlehî û aramî li ser tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

(bx)

ANHA