Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin

Di operasyoneke ewlehiyê ya QSD'ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê de çeteyekê DAIŞ'ê hate girtin.

Li Dêrazorê çeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
17 tîrmeh, 2021   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di daxuyaniyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye ragihand ku hêzên wan ên taybet îro li devera di navbera bajarokên Bisêra û Şihêl ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê de operasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, opersayon bi desteka hawayî ya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û di encamê de endamekî şaneyeke DAIŞ'ê hate girtin û alav û belgeyên di dest wî de hatin desteserkirin.

ANHA