Jin: Divê em xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin û tecrîdê bişkînin

Endamên jin ên Meclisa navçeya Şehbayê diyar kirin ku komplo bi girtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû, lê bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Kurdistanê hîn jî komplo didome.

Jin: Divê em xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin û tecrîdê bişkînin
11 tîrmeh, 2021   08:40
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Dewleta Tirk a faşîst ji sala 1999'an ve, tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de ferz kiriye.

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de, ji bo bidawîkirina tecrîdê dest bi hemleya greva birçîbûnê ya vekirî kirin. Hemleya grava birçîbûnê di roja 224’emîn de didome.

Di heman demê de, li kampa penaberan a şehîd Rustem Cûdî "Mexmûr" hemleya greva birçîbûnê di roja 203'emîn de berdewam e, her wiha li Ewropa li kampa Lavrio bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger û Tevgera Jinên Kurdistanê hemleya greva birçîbûnê di roja 182'an de li Yewnanistanê didome.

Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê, Werda Şêxo got: "Tecrîda ku 22 sal berê li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye ferizkirin, ji bo me gelek wateya xwe heye. Ev tecrîd bi lihevkirinek navneteweyî pêk hat ji ber ku wan hêvî dikir ku ev tecrîd dê rêber Ocalan ji gel û Rojhilata Navîn qut bike û nehêlin ku ramanên rêbertî belav bibe."

Werda destnîşan kir ku ev komplo bi girtina rêber Abdullah Ocalan bi dawî nebû, lê heya roja îro bi rêya êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava berdewam dike. Werda wiha dom kir: "Armanca van êrişan têkbirina ramnên rêber Ocalan e."

'EM AZADIYA RÊBERTÎ DIXWAZIN'

Der barê hemleyên grava birçîbûnê ya vekirî de, Endama Meclisa Kantona Şehbayê, Şukiriyê Hesen got rêxistinên mirovî di vê mijarê de destwerdan nekirin û rola xwe ya parastina mafên girityên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ketin gravê, pêk neanîn.

Şukiriyê bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî kir ku ji berjewendiyên kesane dûr bikevin û rola xwe baş bilîzin, her wiha banga azadiya rêber Ocalan kir.

Di dawiyê de, Şukiriyê Hesen piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana girtiyên ku di grava birçîbûnê de ne piştrast kir.

(dx)

ANHA