ENKS'ê nikare helwestekê li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan bide

Beşdarên beşa yekemîn a komxebata ku li Qamişloyê li dar ketiye, gotin ENKS`ê tev li komxebatê nebû ji ber ku nikare helwesta xwe li hemberî dagirkeriya Tirk û şerê navxweyî nîşan bide.

ENKS'ê nikare helwestekê li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan bide
8 tîrmeh, 2021   13:28
QAMIŞLO

Ji bo rêgirtina li pêşiya êrişên dewleta Tirk a dagirker û pêkanîna yekitiya Kurd, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava (KNK) îro komxebatek bi dirûşma "Bi yekitiya nîştimanî em dagirkeriyê tune bikin û rê li şerê navxweyî bigirin" li dar xist.

Komîteya amadekar a komxebatê piştrast kir ku vexwendname ji hemû partiyên kurd ên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû sandîqa, komeleyên çandê, rêxistinên civaka sivîl, oldar, kesayetên welatparêz, rûspiyên êlên Kurd û Meclisa Rûspiyan re şandine.

Lê ENKS`ê ku endamê Îtîlafa Sûriyê ye tev li komxebatê nebû.

Axêverên beşa yekemîn a komxebatê ku bi navnîşan "Di aliyê dîrokî de xetereyên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê" bû ji aliyê sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî û endama rêveber a Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK-Rojava) Ebîr Hesaf ve hate dayîn.

Cemal Şêx Baqî ji ANHA'yê axivî û got: " Tam nizanim çima ENKS'ê beşdarî komxebata diyalogê nebûye."

Şêx baqî diyar kir ku komxebat ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriyê bi taybet ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ye.

Cemal Şêx Baqî anî ziman ku dibe sedema nebeşdarbûna ENKS'ê ew e ku nikare tu helwestekê li hemberî hewldanên dagirkeriyê û hewldanên derxistina şerekî navxweyî bide nîşandan û got:"Nemaze ENKS`ê rasterast girêdayî PDK'ê ku ew jî li hemberî dagirkeriya Tirk û şerê kurd bi Kurd ne xwedî helwesteke cidî ye."

Ebîr Hesaf jî got: "Mixabin ENKS'ê beşdarî komxebata diyalogê nebû, tevî ku fermî hate vexwendin."

Ebîr Hesaf diyar kir ku heger ENKS'ê beşdarî komxebatê bibûya divê îtîraf bi dagirkeriya Tirk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bike, lê ev ne li gorî nêrîna aliyê ku ENKS'ê girêdayî wê ye.

Ebîr Hesaf di dawiyê de got: "Bi bi hêvî ne ku ENKS'ê bersiva daxwazê gelê Kurd bide, dev ji berjewendiyên xwe yên kesayetî yên teng berde, ji ber ku pêşeroja gelê Kurd girêdayî yekitiya kurdî."

(şx)

ANHA