Bila sûcê qetilkirina Eydeyê bibe qîrîna serhildana li hemberî sûcên pergala mêran

Dîmenên kuştina jinan ji aliyê malbatan wan ve dîsa di nav civakên di bin bandora zîhniyeta mêran û desthilatdariyê de, bi taybet li Rojhilata Navîn dubare dibin. Rêber Abdullah Ocalan di perspektîfên xwe de diyar dike ku nirxandina dozên ku jin pê re rû bi rû mane, aliyên wê yên dîrokî û civakî yên girîng hene û ev doza jinan a bingehîn e.

Bila sûcê qetilkirina Eydeyê bibe qîrîna serhildana li hemberî sûcên pergala mêran
3 tîrmeh, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN-ARÎN SIWÊD

Li ser tevna civakî Facebookê çalakvanan dîmenên kuştin zarokeke 13 salî bi navê Eyde El-Hemûdî El-Seîdo ya ji taxa El-Zihûr a Xiwêran a Hesekê bi guleyan ji aliyê gelek kesan ve, belav kirin ku ihtîmal heye ew kes malbata wê bin.

Di dîmenan de diyar dibe ku ew kom, keça biçûk dibin maleke kavil û li wir gule lê direşînin. Lê ji ber hovîtiya dîmenan, me neweşand.

Eyde El-Seîdo yek ji gelek jinan e ku civaka mêran hewl dide navê wê bi cenazeyê wê re binax bike. Ji ber ku jin e, hat kuştin û civak jî sûcdarên van bûyeran jî bi awayekî sivik ceza dike. Ev yek bi xwe re pirsekê dide pêş; gelo guneha wê çi ye heta hat kuştin?

Li vir gelek hincet dest pê dikin ku ji ber "namûsê" hatiye kuştin. Lê mixabin di civakên bin bandora mêran û desthilatdariyê de di nav de, jin berdêla qaşo "sûcên namûsê" didin.

Rêber Abdullah Ocalan dozên jinan ên di civakên Rojhilata Navîn de gelekî dinirxîne. Her wiha diyar dike ku aliyên dozên jinan ên dîrokî û civakî hene û ev doz di nava hemû dozan de dozeke sereke ye.

Bi vê yekê êdî jin nikare ji jiyaneke bi kabûsan dagirtî xilas bibe. Dema em dozên ji ber çewisandin û bikaranîna kapîtalîzmê li wan dozên xwedî kokên dîrokî zêde bikin, ji  bo jinan tê wateya ku di şertên herî dijwar û zehmet re derbas bibe. Ev çewisandin û bikaranîn a herî dijwartir e ku li ser bedena jinan û keda wan tê ferzkirin.

Tevahî sûcên ku di bin navê namûsê de pêk tên tu têkiliyên wan bi namûsê re tune ne û sûcdar têgeha namûsê bi kar tînin ji bo ku sûcên xwe veşêrin. Her wiha hin sûc ji ber ku jin mafê xwe dixwazin, pêk tên.

Her wiha sûcê li ser bingeha `namûsê` pêk tê rêbazeke şîdetê ye ku li ser esasê cinsî ava bûye. Ev sûc ji aliyê mêran ve li dijî jinên xizmên wan bi xwe, pêk tê.

Analîzkirina vê dîmenê bi awayekî rast wê asta metirsiyên pergala mêran û rastiya sûcên ku li dijî jinan pêk tîne, eşkere bike. Ji ber ku ev pergal li ser tirsandinê ava bûye û beyî wê nikare li hemberî vejandina rastiyên civakî li ber xwe bide. Li aliyekî hemû rêbazên şikandina vîna jinan rewa dike û wan wek amûrekê bi destê desthilata mêran, bi navê olê û bi navê exlaqê bi kar tîne.

Bûyera kuştina keçika biçûk hîn jî ji hêla jinan ve tê lêkolînkirin. Kongreya Star sûcê kuştina komî şermezar kir û diyar kir ku dê çalakiyên protestoyî li dijî kuştina keça biçûk li dar bixin. Kongreya Star piştrast kir ku kesên sûcdar dê li gorî zagonên jinan werin dadgehkirin.

Divê ev hêz veguherîne pêvajoyek rêxistinî da ku bibe hêza biryar û pêkanînê, pergala baviksalar ji vê yekê ditirse. Bila Eyde bibe qîrînek ku kuştina jinan rawestîne û ji bo ku hemû jin tev li çalakiyên protestoyî yên li hember kiryar û zîhniyeta pergala baviksalar dibin.

Ne pêkan e ku jin di hemû qadan de bibin qurbanî, ji ber ku êdî mîna hemû zindiyan dikare xwe biparêze. Rêxistina civakî, hevkarî, beşdarbûn, pêvajoyên demokratîk, pêşengiya serhildanan û dijberiya her cureyekî qirkirinên ku li ser jinan tên ferzkirin, ji bo xweparastinê esas in û tu hêz li cîhanê nikare vê rastiyê înkar bike. Her zindiyek di xwezayê de bi qasî ku ji kom, civak û xwezaya xwe berpirsyar e, ji parastina xwe jî berpirsyar e. Ji ber vê yekê, divê jin xwediyê hemû rêbazên parastina rewa bin da ku bikarin xwe biparêzin.

(ekîb)

ANHA