Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin

Li bajarokê Behra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê di êrişeke bi guleyan de ciwanekî jiyana xwe ji dest da.

Li Dêrazorê ciwanek ji aliyê kesên nenas ve hate qetilkirin
2 tîrmeh, 2021   15:09
DÊRAZOR

Li bajarokê Behra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas gule avêtin ciwanê bi navê Xilêf Feyad (35).

Xilêf dema ku di erebeya xwe de ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarandin û yekser jiyana xwe ji dest da.

ANHA