Çeteyek dewleta Tirk sivîlan radestî istîxbarata Tirk dike

Ajansa me bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet ji hundirê Girê Spî, piştrast kir ku endamekî çeteyên dewleta Tirk ku mirovan bi qaçaxtî derbasî Tirkiyê dike, ciwanên ji herêmên Rêveberiya Xweser tên, radestî istixbarata dewleta Tirk dike û wan wekî şervanên QSD`ê nîşan dide.

Çeteyek dewleta Tirk sivîlan radestî istîxbarata Tirk dike
1 tîrmeh, 2021   13:41
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkanî, Ibrahîm El-Ewad ku yek ji Firqet El-Hemzat e, ji her kesên ku dixwazin ji herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca kar derbasî Tirkiyê bibe, dibêje ku ew ê rêyeke ewle bi 700 dolarî ji wan re peyda bike.

Çavkanî da zanîn ku ciwanên ku ji herêmên Rêveberiya Xweser digihêjin wî, ew radestî istixbarata dewleta Tirk dike û wan wekî şervanên QSD`ê nîşan dide.

Çavkanî piştrast kir ku her kesê ku radestî istixbarata dewleta Tirk hatiye kirin, di dadgehên dagirkeriya Tirk wek şervanek QSD'ê tê cezakirin.

Çavkanî diyar kir ku cara dawî beriya 2 rojan li nêzî depoyên Aliya, 7 sivîl radestî istixbarata dewleta Tirk hatine kirin.

 (dm)

ANHA