Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê zêdebûna şideta li dijî jinê li Tirkiyê hişyarî da

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku şideta li dijî jinan li Tirkiyeyê zêde dibe, di demeke ku Tirkiyê bi awayekî fermî ji "Peymana Stenbolê" derket.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî derbarê zêdebûna şideta li dijî jinê li Tirkiyê hişyarî da
1 tîrmeh, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Tirkiye îro bi awayekî fermî ji peymana navneteweyî ya pêşîlêgirtina şideta li dijî jinan (Peymana Stenbolê) derket. Dema ku Erdogan biryara vekişandinê di Adarê de ragihand, gelek hevalbendên Erdogan ên rojavayî û gelê Tirkiyê bi xwe jî, ev biryara Erdogan şermezar kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku şideta li dijî jinan zêde dibe û di vê çarçoveyê de, Sekretera Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Anis Calamar got: "Tirkiye der barê mafê jinê de, 10 sal paşde gav avêt."

Anis Calamar diyar kir ku vekişîna Tirkiyeyê ji peymanê, peymaneke xeternak û tewş e û ev yek tê wateya ku sûcdar dikarin ji cezayê dûr bikevin.

Peymana Stenbolê ji hêla Konseya Ewropa ve di sala 2011'an de hate amadekirin û armanc jê ew bû ku çarçoveyek qanûnî li seranserê Ewropayê ji bo pêşîgirtin şideta li dijî jinan, çêbike.

(dx)