​​​​​​​Ji ber binpêkirin û êrişên Tirkiye Kazimî vexwendin parlementoyê

Ji êrişên dagirkeriya Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û binpêkirina serweriya xaka Iraqê, parlementeran daxwaznameyek îmze kir û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî vexwendin parlementoya Iraqê.

​​​​​​​Ji ber binpêkirin û êrişên Tirkiye Kazimî vexwendin parlementoyê
29 hezîran, 2021   16:41
NAVENDA NÛÇEYAN

43 parlementerên Iraqê îmze avêtin binê daxwaznameyek û xwestin Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li parlementoyê têkildarî êrişên dewleta Tirka li ser Başûrê Kurdistnaê û binpêkirinên serweriya xaka Iraqê agahiyan parve bike.

Parlementera YNK’ê ya Parlementoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr îmzeya 43 parlementeran kom kir, Serokwezîr Mistefa Kazimî ji bo çend mijarek vexwênin parlementoyê.

Parlementer daxwaz ji Kazimî dike ku li ser êriş û bûyerên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê û dîsa binpêkirina serweriya xaka Iraqê agahî parve bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji 23’yê Nîsana 2021’ê û vir ve êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker rêz ji serwerî û xaka Iraqê re nagire. Ev jî kiriye ku di asta herêmî û Iraqê dîsa raya giştî ya Kurd û Erebî de rê li ber nerazîbûnan vebe.