Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ebdulmecîd Ebas oxir kirin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê, îro şehîdê QSD`ê de Ebdulmecîd Ebas li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê, oxir kirin.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîd Ebdulmecîd Ebas oxir kirin
29 hezîran, 2021   10:55
HESEKÊ

Şêniyên Dirbêsiyê cenazeyê şehîd Ebdulmecîd Ebas (Cûdî Dirbêsiyê) ku di 27'ê Hezîranê de li gundewarê Dêrazorê şehîd bû, li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û berê xwe dan goristana şehîd Rustem Cûdî.

Li goristanê merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mihemed Xetîb axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

/ar/uploads/files/2021/06/29/092856_alderbase-29-6-2021-marsem-28229.webp

Xetîb bal kişand ser girîngiya şehadet û parastina axê li hember êrişên dijminan û got: "Divê em piştgirî bidin hêzên me yên leşkerî yên ku li eniyên pêş li dijî êrişên dijwar ên dijminan li ber xwe didin."

Piştre li ser navê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), yek ji fermandarên QSD`ê Abid Dirbêsiyê got: "Her parçeyek ji axa me bi xwîna 11 hezar şehîd hate rizgarkirin, îro jî şehîd Cûdî tevlî karwanê van şehîdan bûye."

/ar/uploads/files/2021/06/29/092917_alderbase-29-6-2021-marsem-28429.webp

Abid Dirbêsiyê bal kişand ser girîngiya qonaxa ku herêmên me tê re derbas dibe û wiha dewam kir: "Em  di qonaxeke dîrokî re derbas dibin, dijminên me ji bo binpêkirina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, hemû rêbazan bi kar tîne. "

Her wiha li ser navê malbata şehîd Ebdulmecîd Ebas, pismamê şehîd Hogir Ebas axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir.

/ar/uploads/files/2021/06/29/092935_alderbase-29-6-2021-marsem-28629.webp

Piştre wesîqeta şehadetê ji hêla Endama Meclisa Malbatên Şehîdan, Rîhan Mihemed ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

 Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jTOUydZlefg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>