Kongreya Star bi semînerekê şehîd Zîlan bi bîr anî

Kongreya Star a bajarê Hesekê şehîd Zîlan di salvegera şehadeta wê ya 25`emîn de û şehîdên komkujiya Helincê bi semînerekê bi bîr anîn.

Kongreya Star bi semînerekê şehîd Zîlan bi bîr anî
28 hezîran, 2021   12:54
HESEKÊ

Semîner li Hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê pêk hat. Hevseroka Meclisa kantona Hesekê Semer El-Abdullah û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn.

Di semînerê de endama koordînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Lîlav Hisên axivî û destnîşan kir ku jinên azad xwe bi fikirên rêber Abdullah Ocalan nas kir.

Lîlav piştrast kir ku dewleta Tirk jinan, nexasim jinên têkoşer wekî Zehra, Hebûn, Sakîne, Hevrîn û Leyla dike hedef, ew jinên ku efsaneyên berxwedanê nivîsandin da ku rêxistina wan tune bikin.

`ZÎLAN MÎRASA ME YE`

Paşê hevseroka meclisa kantona Hesekê Semer El-Abdullah şehîd Zîlan ku di 30`ê Hezîrana 1996`an de çalakiyeke fedaî li dijî artêşa Tirk pêk anî, bi bîr anî.

Semer wiha domand: "Şehîd Zîlan çalakiya xwe pêk anî da ku bersiva kiryarên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan bide, her wiha ji bo azadiya gelên têkoşer. Şehîd Zîlan bû mîrateya hemû jinên cîhanê."

Di dawiyê de soza şopandina rêya hemû şehîdan hate dayîn û dirûşmên silavkirina berxwedana jinan hatin berzkirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NYBW2Xry9cE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>