Rayedarên girtîgeha Urmiyeyê ya Îranê li ber çavê malbatê îşkence li girtîyekî kir

Dezgehên çapemeniyê eşkere kir ku rayedarên girtîgeha Urmiyeyê ya rejîma Îranê li ber çavê malbatê îşkence lê kiriye.

Rayedarên girtîgeha Urmiyeyê ya Îranê li ber çavê malbatê îşkence li girtîyekî kir
27 hezîran, 2021   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera muxalif a îranî Awa Today diyar kir ku muxalif û girtiyê siyasî yê Kurd piştî protestokirina heqaret û neheqiya li hember malbata wî ji hêla rayedarên girtîgehê ve, Kamûran Qasimî ji hêla rayedarên girtîgehê ve hat îşkencekirin.

Malpera Awa Today ji çavkaniyekî di girtîgeha Urmiyê de ragihand ku endamên îstixbaratê li ber çavê malbata wî lê daye û piştre malbat ji hola civînê derxistiye.

Çavkaniyê destnîşan kir ku rêveberê girtîgeha Urmiyeyê Emîr Sihrabî gef xwariye ku dê bersiva çalakiyên girtiyên siyasî yên din bide.

Kamûran Qasimî girtiyekî siyasî yê Kurd e ku ev 2 sal e girtî ye ku 10 sal cezayê lê hatiye birîn û di girtîgeha Urmiyeyê de tê ragirtin.

(dx)