Li Iraqê lûtkeya sêalî

Li paytexta Iraqê lûtkeya sêalî di navbera Iraq, Misir û Urdunê de bi beşdarî serokê Misirê El-Sîsî, serowezîrê Iraqê Kazimî û qralê Urdunê Ebdullah Tanî tê lidarxistin.

Li Iraqê lûtkeya sêalî
27 hezîran, 2021   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî siyasetmedaran, projeya "Şama Nû" ya hevpar a di navbera her sê dewletan de, dê di lûtkeyê de were nîqaşkirin.

Kazimî cara yekem behsa projeya "Şama Nû" serlêdana li Amerîkayê de kiribû. Kazimî wê demê ji rojnemavanan re diyar kir ku ew projeyeke stratejîk e di navbera Qahîre û Bexdayê de û Uman jî tev lê bûye.

Lûtkeya ku îro tê lidarxistin, çenda caran ji ber şert û mercên veşartî û bi taybet ji ber rewşa hundirîn a li Misir û Urdinê, dihate derengxistin.

Sekreterê giştî ya Komkara Erebî Husem Zekî ji ajansa WAA re diyar kir ku ev lûtke dê têkiliyên her sê dewletan xurt bike û da zanîn ku Komara Erebî vê hevakariya her sê dewletan, erênî dibîne.

(dm)