Piştî nakokiyên ji ber qaçaxçîtiyê hewldana kuştina 2 çeteyan

2 endamên çeteyên Cebha El-Şamiyê ya girêdayî dewleta Tirk, piştî nakokiyên wan bi qaçaxçîyekî re, rastî hewldaneke kuştinê hatin. Çavkaniyan ragihand ku ew her du çete berê di nava DAIŞ`ê de bûn û karê madeyên hişbirê û bazirganiya mirovan dikir.

Piştî nakokiyên ji ber qaçaxçîtiyê hewldana kuştina 2 çeteyan
27 hezîran, 2021   09:19
EYN ÎSA

Çavkaniyên herêmî ji ajansa me re ragihand ku çeteyên Cebha El-Şamiye yên dewleta Tirk  yên bi navê Raxid El-Dehiş û Ebdullah El-Hec Îmam li herêma Girê Spî rastî hewldaneke kuştinê hatin.

Heman çavkaniyan eşkere kir ku hewldana kuştinê, piştî nakokiyên di navbera çeteyan û qaçaxçiyekî bi navê Ebdullah El-Hirdo de pêk hat.

Çavkaniyan piştrast kir ku ev nakokî ji ber pereyên madeyên hişbirê çêbûye.

Ebdullah El-Hirdo li herêmê bi hevkariya bi çeteyên dewleta Tirk re tê naskirin û bazirganiya sivîlan dike û ji her sivîlekî ku derbasî Tirkiyê dike hezar û 300 dolar jê distîne. Hêjayî gotinê ye ku Ebdullah El-Hirdo bi hevkariya çeteyan vî karî dike.

Li gorî çavkaniyan her du çeteyên ku rastî hewldana kuştinê hatine, berê endamên tabûra El-Temasîh a girêdayî DAIŞ'ê bû û piştî ku YPG û YPJ`ê herêm rizgar kir, ew her du çete reviyan û derbasî Tirkiyê bûn.

(dm) 

ANHA