Şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîranê li ser gorên wan hatin bi bîranîn

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û gundê Berx Batan şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê li ser gorên wan bi bîr anîn.

Şehîdên Komkujiya 25'ê Hezîranê li ser gorên wan hatin bi bîranîn
25 hezîran, 2021   19:04
KOBANÊ

Bi wesîleya salvegera 6`emîn a Komkujiya Kobanê, bi sedan welatî li goristana Şehîdên Komkujiya Kobanê û goristana Şehîdên Komkujiya gundê Berx Batan ku 27 km dikeve başûrê Kobanê kom bûn.

Li goristana Şehîdên Komkujiya Gundê Berx Batan hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Ziyad Elî bi navê Rêveberiya Xweser axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Elî da zanîn ku DAIŞ`ê bi vê komkujî xwest tola têkçûna xwe ya dîrokî ya li Kobanê hilîne û diyar kir ku DAIŞ`ê wekîlên Tirkan e ji lewma ev komkujî pêk anîn.

Li ser navên malbatên şehîdên komkujiya gundê Berx Batan jî Zerga Mihemed axivî û şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

25`ê Hezîrana 2015`an DAIŞ`ê komkujî li bajarê Kobanê û gundê Berx Batan pêk anî û 233 sivîl qetil kirin.

Malbatên komkujiyê her sal wekî vê rojê  şehîdên komkujiyê li ser gorên wan bi bîr anîn û mûman vêdixin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ut3sA__xkK8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>