Ji bo guhertina demografî komeleyeke çeçanî li Serêkaniyê hate vekirin

Bi armanca guhertina demografî û belavkirina tundrawiyê li herêmên dagirkirî, dewleta Tirk  a dagirker komeleyeke çaçanî bi navê "Xêrxwaziyê" derbasî Serêkaniyê kir û navenek jê re vekir.

Ji bo guhertina demografî komeleyeke çeçanî li Serêkaniyê hate vekirin
25 hezîran, 2021   16:11
HESEKÊ

Wêneyên vekirina komeleya çeçanî bi navê "Komeleya Kafqasiya ya Xêrxwaziyê" li bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî di medyayên civakî de hatin parvekirin. Hat ragihandin ku ev komele bi desteka dewleta Tirk ji bo belavkirina tundrewiyê li herêmê hate vekirin. Vekirina komeleyê bi beşdarbûna fermandarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên pêk hat.

Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine siyasetên guhertina demografî dimeşîne, malbatên çeteyan û malbatên çeçanî û tirkmanî yên ji derveyî Sûriyê lê bi cih dike.

Ajansa me di mehên derbasbûyî de bicihkirina malbatên iraqî û malbatên çeteyên DAIŞ'ê li bajarê Serêkaniyê belge kir. Dîsa jî belgel û rapor hatin belav kirin îsbat dikin ku çeteyên DAIŞ'ê li bajar hene.

Komara Çeçenistanê li bakurê rojhilatê herêma Kafqasiya ye û yek komarên Rûsyaya federal e.

ANHA