Jinên Dêrazorê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz da

Rêveberên jinên ên Dêrazorê qetilkirina Denîz Poyraz şermezar kir û got, qetilkirina Denîz hovîtiya partiya serdest a li Tirkiyê AKP'ê nîşan dide ku destekê didin dijminahiya li jinan.

Jinên Dêrazorê nerazîbûn nîşanî qetilkirina Denîz Poyraz da
19 hezîran, 2021   14:39
DÊRAZOR

Rêveberiyên jin ên Dêrazorê li pêş meclisa gundewarên rojavayê Dêrazorê ya Kîsra daxuyaniyeke da, daxuyanî bi beşdariya endamên meclisên herêmî û sivîl ên rojavayê Dêrazorê ji hêla Etab El-Hesen ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan li Tirkiyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hate gotin ku qetilkirin, revandin, tecawîzkirin, koçberkirin, revandin, îşkencekirin û şantajkirin têgehên ku Osman bi kar dianîn û dewleta Tirk jî didomîne. Her wiha hate diyarkirin ku siyaset û armancên wan yek in "Dagirkirina cîhanê û tesfiyekirina her kesên muxalif û dijberî siyasetên wan derdikeve, her wiha her kesên ji bo azadiya xwe têk bikoşin bi terorîstê tên binavkirin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ya herî zêde ku tirkan aciz dike jin û azadiyê wê ye û wiha hate domandin: "Di 2013’yan de li Parîsê Sakîne Cansiz û hevrêyên wê Fîdan û Leyla qetil kirin, gelek caran têkoşer Leyla Guven girtin. Em vê ji bîr nakin ku dewleta Tirk û çeteyên wê jinên şervan ên ku parastina xaka xwe dikirin mîna şehîd Barîn Kobanê û Avesta Xabûr li ser xaka wan şehîd dixistin û bi cenazeyên wan lîstin. Her wiha Çîçek Kobanê girtin û li Tirkiyê cezayê muebet lê birîn. Bi van sûcan dewleta Tirk tevahî mîsaq û qanûnên navneteweeyî bin pê dike û îro jî careke din dijminatiya xwe ji gelên azad re îsbat kir."

Jinan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku qetilkirina Denîz Poyraz derbeyeke ji derbeyên bêserûberî û barbariya AKP’ê ye ku xwe li ser nakokiyên nijadperestiya li dijî gelên dîtir xwe ava dike, her wiha destekê dide dijminatiya li jinan."

Jinên Dêrazorê gotin: "Em jinên Dêrazorê ji dewleta Tirk û cîhanê tevahî re dibêjin ku em Denîz Poyraz in, em hemû Sakîne, Leyla, Fîdan, Barîn, Avesta û Çîçek in û êrişên we me natirsînin û israra me têk nabe. Dewleta Tirk, DAIŞ’ê ku tê de sûcdar û çete kom kirin, siyaseta wan nexşe kirine û bi hezaran jinan tecawîz kirine, jinan ew têk birin, lê niha dem dema ku sûcên Erdogan û çeteyên wî werin rawestandin."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jxt72bCZx7I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>