ꞌQetilkirina Denîz tolhildana ji têkçûna dagirkeriyê ya li Zap, Metîna û Avaşînê ye'

Kongreya Star a kantona Hesekê diyar kir ku armanc ji êrişa li dijî navenda HDP`ê, tolhildana ji têkçûna dagirkeriya Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Her wiha got, armanca qetilkirina Denîz Poyraz şikandina vîna jina azad e.

ꞌQetilkirina Denîz tolhildana ji têkçûna dagirkeriyê ya li Zap, Metîna û Avaşînê ye'
19 hezîran, 2021   14:11
HESEKÊ

Kongreya Star a kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî navenda HDP`ê ya li Îzmîrê û qetilkirina endama partiyê Denîz Poyraz şermezar kir.

Daxuyanî li navçeya Dirbêsiyê bi bşdarbûna bi dehan jinan ji aliyê endama Koordînasyona Kongreya Star a Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin:"Jin şerê hişmendiya desthilata mêr dike ya ku rola jinan di civakê de tune dike. Jin li dijî vê hişmendiyê serî hildide da ku azadiya xwe bi dest bixe.

Di pêvajoya serdeman de jinên şervan derketin û di demekê de desthilata mêr xwe li ser jinan ferz dikir û ew dikir armanc, ew sembolên têkoşîn û berxwedanê bûn, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku şoreşa jin pêşengtiyê jê re dikin mutleq ew ê bi ser bikeve.

Dewleta dagirker a Tirk her carê li dijî jinan tundirîn rêbazên qetilkirin û zilmê dide meşandin, hedefgitina endama HDP`ê Denîz Poyraz e ne bûyereke nû yan jî teseduf e, lê belê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker sîbat dike ku jinan dike hedef da ku morale wan bişîne. Di heman demê de tolhildana têkçûna li Metîna, Avaşîn û Zap e.

Duh Hevrîn, Hind, Seide, Zehra, Hebûn û Emîne bûn, beriya wan jî li Parîsê Sakîne, Fîdan û Leyla bû, îro jî Denîz e. Ji vê zêdetir Tirkiyê li herêmên dagirkirî li dijî jinan sûcan pêk tîne, ji revandin, qetilkirin, îşkence û qetilkirinê li Tirkiyê jî heman sûcan dike û hedefgitina siyasetmedaran, rojnamevan û rewşenbîran berdewam dike.

Em wekî Kongreya Star a Kantona Hesekê ji bo azadiya jinan û rêxistinkirina wan têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û bang li civaka navneteweyî û Yekitiya Ewropa dikin ku li hemberî êrişên dewleta dagirker a Tirk helwestekê nîşan bidin."

Daxuyanî bi sloganên "Şehîd namirin û bijî berxwedana jinan" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vd0cUpaOEHQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>