Rojnameyên erebî: Li Cinêvê lihevkirinên biçûk der barê Sûriyê de

Rojnameyên erebî yên îro behsa encamên lûtkeya Cinêvê, her wiha aloziya Lubnanê kir.

Rojnameyên erebî: Li Cinêvê lihevkirinên biçûk der barê Sûriyê de
17 hezîran, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LIHEVKIRINÊN BIÇÛK LI SÛRIYÊ AMADEKARIYÊN SÎNORDARKIRINA ÎRANÊ NE’

Têkildarî lûtkeya di navbera serokên Amerîka û Rûsyayê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di encama lûtkeya Joe Biden û Vladimîr Pûtîn de ku duh hate lidarxistin, lihevkirinên biçûk der barê Sûriyê de çêbûn. Ev lihevkirin jî di çarçoveya sînordarkirina hebûna Îranê di demên pêş de ye.

Di vê der barê de dîplomatekî rojavayî ji Şerq El-Ewset re ragihand ku xetên sor in ku Pûtîn û Biden dixwazin di dosyayên nakok de deynin û hewldanên hevkariyê di dosyayên din de wek dosyaya nukleerî ya Îranê û Sûriyê, her wiha şerê li dijî terorê hene.

Her wiha dîplomat anî ziman ku lûtkeya Cinêvê ku çiraya kes bide berdewamkirina diyalogên rûsî – amerîkî li Viyanayê  ku di Tîrmeha borî de hatin rawestandin da ku hin dosyayan nîqaş bikin, ji wan a yekemîn berdewama amadekariyên leşkerî li rojhilatê Firatê (ku şer çênebe), têkoşîna li dijî radîkalan li rojhilatê Sûriyê û çolistanê û Washington dê QSD`ê teşwîqî diyalogê bike. Ya duyemîn; Şamê îqna bike ku bersiva pirsên rêxistina qedexeya çekên kîmyewî li gorî lihevkirina rûsî – amerîkî di sala 2013`an de bide li beramberî ku hikumet mafê xwe yê taybet di rêxistinê de vegerîne.

‘GELO NAKOKIYÊN BIDEN Û PÛTÎN KÛRTIR BÛN?’

Girêdayî heman mijarê rojnameya Ukaz ev tişt nivîsî: "Di lûtkeya dîrokî de serokê Amerîkayê Joe Biden rexneyên serokê Rûsyayê ji mafên mirovan li Amerîkayê wek pûç pênase kir. Her wiha Pûtîn di civîna çapemeniyê de behsa hin aliyên hevdîtinê kir û eşkere kir ku wî bi Biden re li hev kiriye da ku her du balyoz vegerin ser karê xwe.

Pûtîn got "Min bi serokê Amerîkayê re têkiliyên bazirganî û hevkariya li Cemsera Bakur û dozên din nîqaş kirin." Pûtîn diyar kir ku têkildarî tevlêbûna Ukraynayê ji NATO`yê re tu tişt tune bû ku bi Biden re nîqaş bikin.”

‘LI LUBNANÊ ALOZÎ DI NAVBERA BIRÎ Û EWN DE’

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Serokê Meclisa Parlamenteran a Lubnanê Nebîh Birî helwesteke diyar ji serokkomar Mîşel Ewn girt û bang lê kir ku li gorî destûrê di avakirina hikumetê de bi serkêşiya Sead El-Herîrî tev bigere. Her wiha Birî roja çarşemê bi bîra serokê komarê xist ku Meclisa Parlamenteran li pey erkdarkirina El-Herîrî ji avakirina hikumetê re ye û ne ji mafê wî ye ku vê yekê red bike û astengiyan derxe.”

 (bx)