​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 kesên bi vîrusa Koronayê ketine, mirin.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
9 hezîran, 2021   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa got 4 kesên din bi vîrusa Koronayê mirin, jê 3 jin li Tebqa û mêrek jî li kampa Holê.

Mistefa da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 105 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, jê 58 mêr û 47 jin in û li van herêman in:

Hesekê; 12

Qamişlo; 19

Dêrik; 7

Girkê Legê; 4

Amûdê; 1

Dirbêsiyê; 3

Kobanê; 3

Reqa; 24

Tebqa; 20

Minbic; 6

Kampa Holê; 6

Mistefa diyar kir ku ji kesên bi vîrusê ketine, yek baş bû.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hejmara nû 18 hezar û 166 kes bi vîrusa Koronayê ketine, 741 mirin û hezar 839 jî baş bûn.

ANHA