Şêniyên Til Birakê piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da

Şêniyên navçeya Til Birakê bi meşekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê û êrişên dawî yên li dijî Wargeha Mexmûrê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedanê gerîla re nîşan da.

Şêniyên Til Birakê piştgiriya xwe ji hêzên gerîla re nîşan da
9 hezîran, 2021   13:55
QAMIŞLO

Îro bi dehan şêniyên Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo û endamên saziyên sivîl ên li navçeyê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Çerxerêya Qews û ber bi Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê ve dest pê kir û pankartên "Na ji guhartina demografiyê re, hilweşe Erdoganê qatil, azadiya Apo azadiya me ye û berxwedana gerîla rûmeta me ye" rakirin, her wiha wêneyên şehîdên azadiyê, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û PYD`ê rakirin.

/ar/uploads/files/2021/06/09/130023_whatsapp-image-2021-06-09-at-1.23.06-pm.webp

Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê û li wir deqeyeke rêz hat girtin, piştre Hevseroka Meclisa Navçeya Til Birakê Emîne El-Xilêf axivî û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û balafira ku Wargeha Mexmûrê (Rustem Cudî) şermezar kirin û ev li gotina xwe zêde kir: "Siyasetên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê dide meşandin pir xetere ye, ji ber ku hewl dide şerekî hundirîn derbixe."

Emîne El-Xilêf bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dev ji bêdengiya xwe berdin û li hemberî siyasetên Tirkiyê yên li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, helwesteke cidî nîşan bidin û wiha pê de çû: "Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li kêleka hêzên gerîla heta pêkanîna serkeftinê dest bi dest bin û em bohostekê jî dev ji erdê xwe yê ku bi xwîna şehîdan bi dest ketiye bernedin."

Meş bi sloganên"Na ji êrişên dagirkeriya Tirk re û bijî berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dnr1WXer_Fs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>