Divê civaka navneteweyî bi erkên xwe li hember sûcên Tirkiyê rabe

Komîteya Zarokên Şehîdên Herêma Efrînê sûcên artêşa Tirk a dagirekr û çeteyên wê yên li dijî Efrînê şermezar kirin û bang li rêxistinên hiqûqî kir ku  bi erkên xwe yên mirovî û exlaqî li hember şêniyên Efrînê rabin.

Divê civaka navneteweyî bi erkên xwe li hember sûcên Tirkiyê rabe
9 hezîran, 2021   13:42
ŞEHBA

Bi dehn zarokên şehîdên Herêma Efrînê li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê kom bûn ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar bikin.

Di kombûnê de, daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em sûcên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên guhartina demografî li Efrînê şermezar dikin, her wiha bêdengiya civaka navneteweyî û bêdengiya rêxistinên mirovî yên navneteweyî li hember van sûcan şermezar dikin.

Hikumeta dîktator a Erdogan û alîgirên wê bajar, gund û binesaziya civakê, şûnwarên wê yên dîrokî bi taybet li EFrîn û herêmên dagirkirî dişwetînin, talan dikin, didizin , wêran dikin. Her wiha tevahî sûcên birêxistinkirî, ji qetilkirin, revandin, tecawîzkirin, dizî, fîdye û koçberkirina zorê ku guhartina demografî pêk bînin û hebûna gelên herêmê bi dawî bikin, dimeşînin.

Em bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku li kêlek doza gelên me yên adilane bisekinin û fişarê li rejîmên faşîst bikin ku sûcên li dijî gelên me bisekinîn û dagirkeriyê bi dawî bikin."

Kombûn bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Efrînê yên li kampan de bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/B-y6IIfFsTc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>