QSD'ê nûçeyên dewleta Tirk derewandin

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku nûçeyên Wezareta Parastinê yên dewleta Tirk ên der barê çalakiyên şervanên wan li Serêkaniyê û Babê de derew in.

QSD'ê nûçeyên dewleta Tirk derewandin
8 hezîran, 2021   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe ya facebookê belav kir.

Di daxuyaniyê hate gotin: " Wezareta Parastinê ya Dewleta Tirk a dagirker nûçeyên derew dubare belav dike. Wezaretê duh li ser rûpelên xwe yên fermî belav kir ku şervanên me li herêmên Serêkaniyê û derdora Babê kiriye armanc. Ev nûçe derew e, şervanên me li wan herêman tu çalakî li dar nexistine."

ANHA