Biden ji Zelensky re: Em ê parastina Ukraniyayê bikin

Beriya hevdîtina Biden û Pûtin, Biden ji serokê Ukraniyayê Volodymyr Zelensky got ew ê parastina serweriya Ukraniyayê û yekitiya xaka wê bike.

Biden ji Zelensky re: Em ê parastina Ukraniyayê bikin
8 hezîran, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ji rojnamevanan re got serokê Amerîkayê û yê Ukraniyayê bi rêya telefonê beriya gera Biden ber bi Ewropayê ve, behsa têkiliyên du alî kir.

Sullivan ji Rutersê re wiha got: "Wan behsa hemû dozên di têkiliyên DYA`yê û Ukraniyayê de kirin. Her wiha Serokê Amerîkayê Biden agahî da serok Zelensky dê parastina Ukranyayê û yekitiya xaka wê, bike."

Pûtin û Biden di 16`ê Hezîranê de li Cinêvê, dê bicivin.

(bx)