Biden û Erdogan hefteya bê li hev dicivin

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê mijarên ku dê serokê Amerîkayê û hempîşeyê wî yê Tirkiye nîqaş bikin, eşkere kirin. Her wiha got gelek nakokiyên mezin di navbera her du welatan de hene.

Biden û Erdogan hefteya bê li hev dicivin
8 hezîran, 2021   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutresê, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê got serokê Amerîkayê Joe Biden û serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bi armanca nîqaşkirina rewşa Sûriyê, Efgansitanê û gelek dozên herêmî dê hefteya bê bicivin. Her wiha dê nakokiyên mezin ên di navbera Washington û Enqereyê de gotubêj bikin.

Jake Sullivan di civîneke çapemeniyê de li Koşa Spî diyar kir ku rojhilatê Deryayê Spî, Sûriye, Îran, rola ku dê Tirkiye piştî vekişîna DYA`yê ji Efginstanê bilîze, beşek ji gelek nîqaşên civînê ne.

 Sullivan wiha domand: “Tê payîn civîn di 14`ê Hezîranê de hemwextî lûtkeya NATO`yê li Brukselê li darkeve. Dê têkiliyên di navbera her du welatan de, rêbazên dan û standina DYA û Tirkiye bi gelek nakokiyên girîng re yên têkildarî nirx, mafên mirovan û dozên din werin nîqaşkirin.”

Sullivan destnîşan kir ku Biden Erdogan baş nas dike, bi hev re demên dirêj derbas kirine, ji ber wê her du jî hêvî dikin ku ev derfet pêk were da ku têkiliyan di ber çavan re derbas bikin.

Enqere û Washington hewl didin têkiliyan ku di çend salên dawîn de bi nakok bûne, çareser bikin.

 (şx)