Meclisa Rêveber bi şêniyên Şedadê re civiya, gelek biryar hatin girtin

Bi armanca nirxandina rewşa siyasî û aborî û guhdarkirina li pirsgirêkên şêniyan û daxwazên wan, Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê bi şêniyên navçeya Şedadê re civiya.

Meclisa Rêveber bi şêniyên Şedadê re civiya, gelek biryar hatin girtin
6 hezîran, 2021   15:15
HESEKÊ

Rêveberiya Xweser li navçe û bajaran lidarxistina civînên bi şêniyan re didomîne, da ku rewşa siyasî, aborî û xizmetguzarî binirxîne û li pirsgirêkên wan guhdar bike.

Di vê çarçoveyê de Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê îro bi şêniyên navçeya Şedadê re civiya.

/ar/uploads/files/2021/06/06/143616_tlat-ywns.webp

Têkildarî civînê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telet Yûnis ji ANHA'yê re axivî.

Yûnis got: "Ev civîn di çarçoveyê rêzecivînên ku Rêveberiya Xweser bi gelên li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar dixe de pêk hat. Civîna me îro bi şêniyên me yên li navçeya Şedadê re bû."

Yûnis diyar kir ku di civînê de rewşa siyasî bi giştî hate nirxandin, astengiyên ku li pêşiya Rêveberiya Xweser derdikevin, mîna şerê avê ku dewleta Tirk û çeteyên wê dimeşînin, her wiha şerê aborî û hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hatin nîqaşkirin.

Telet Yûnis destnîşan kir ku hikumeta Şamê hewl dide aloziyê li herêmê derxîne, gel li dijî Rêveberiya Xweser derxîne û fitneyê belav bike.

Têkildarî encamên civînê jî Yûnis wiha axivî: "Di civînê de rewşa xizmetguzarî wekî av, nan û sotemenî hatin nirxandin, li ser vê yekê gelek biryar hatin girtin, ji wan destekdayîna meclis û şaredariyên Şedadê û navçeyên wê di projeyên ku di civînê de hatin pêşkêşkirin mîna vekirina firinekê li navçeya Deşîşayê, destekdayîna meclisa rêveber da ku projeyek paqijkirina avê li Şedadê pêk bîne, her wiha destekdayîna şaredariyan da ku avê dabîn bike û li şêniyan belav bike."

Yûnis diyar kir ku dê destekê bibin projeyên çandiniyê yên havînî li herêmên başûrê Hesekê, ku li gorî pêwîstiyan dê sotemeniyê li wan belav bikin. Her wiha dê ard li firineyan belav bikin ku pêwîstiya şêniyan bi cih bîne û firniyeke nû vekin.

Telet Yûnis diyar kir ku saziyên têkildar bi destekdayîna Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê dê dimildest dest bi pêkanîna van biryaran bike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5v9CpEKxbgw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>