Sersaxî ji malbata Zeyneb Îbrahîm re hate xwestin

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata Zeyneb Îbrahîm re xwest ku di topbarana dewleta Tirk a li dijî gundê Kilotê yê navçeya Şêrawayê de şehîd bûbû.

Sersaxî ji malbata Zeyneb Îbrahîm re hate xwestin
6 hezîran, 2021   14:14
ŞEHBA

Di êrişên duh ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên navçeya Şêrawayê de Zeyneb Hisên Îbrahîm (14) şehîd bû her wiha bavê wê Hisên Îbrahîm (51) û birayê wê Bekir Îbrahîm (11) birîndar bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo Zeyneb konê sersaxiyê li gundê Mezin ê navçeya Şêrawa veda, şêniyan berê xwe da bin kon û sersaxî ji malbatê re xwestin.

/ar/uploads/files/2021/06/06/122316_khyrw-hsyn.webp

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xêro Hisên axivî û sersaxiya malbata şehîd kir.

Hisên behsa siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê, topbarana li dijî gundan û pêkanîna komkujiyan kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Efrînê yên resen û koçber sûcên xwe berdewam dikin, da ku careke din koçber bikin.".

/ar/uploads/files/2021/06/06/122337_zyn-abdw.webp

Dûvre li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Zîn Ebdo axivî û got, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji zêdetirî 3 salan ve şêniyên Efrînê yên li gundên kantona Şehba û navçeya Şêrawayê armanc dikin, da ku vîn û berxwedana wan têk bibin.

Zîn Ebdo bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker di 2’yê Kanûna 2019’an de komkujiyek li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê pêk anî, di encamê de jê 8 zarok, bi giştî 10 sivîl şehîd bûn.

/ar/uploads/files/2021/06/06/122416_mhmd-nasw_1.webp

Li aliyekî din jî, Hevserokê Meclisa kantona Efrînê Mihemed Neiso wiha got: "Li dijî gelê herêmê ji hemû aliyan ve, komployeke navneteweyî heye, bi rêya wê komployê hewl didin vîna gel û îradeya wê têk bibin."

Neiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker daropêç û êrişên li dijî gundên navçeya Şêrawayê zêde dike, da ku wê vala bike û dagir bike.

Neiso wiha gotina bi dawî kir: "Hêzên mêtinger hewl didin gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê qir bikin, lê bel berxwedan û israra me ya li ser mayînê tevahî planên dijmin bi bin dixin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Zeyneb Îbrahîm hat xwendin û radestî malbatê kir.

Merasîm bi durişmên silavkirina berxwedana Şêrawa û Efrînê bi dawî bû.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RioW2txeTeU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>