​​​​​​​HPG: Li Metîna 3 dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin

HPG`ê ragihand ku hêzên wan li Girê Koordînê yê Metînayê xwe berdan nava dagirkeran û ji nêz ve li wan da. Li gorî agahiyan di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin û çeperek hate rûxandin.

​​​​​​​HPG: Li Metîna 3 dagirker hatin kuştin, çeperek hate rûxandin
6 hezîran, 2021   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerîlayên HPG û YJA Starê duh êvarê saet di 19:30'î de li herêma Metînayê xwe berdan nava dagirkerên li ser Girê Koordîneyê.

Hate ragihandin ku di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek dagirkeriyê jî hate rûxandin.