Kêmbûna ava Firatê û baranê bandoreke neyinî li genim kir

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di radeya yekemîn de debara xew bi çandiniyê peyda dikin ku ji sedî 75` jêdera quta wan a sereke ye.

Kêmbûna ava Firatê û baranê bandoreke neyinî li genim kir
5 hezîran, 2021   08:02
DÊRAZOR

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim hilberîna sereke ye ku bejî û avî li ser rûberên fireh tê çandin. Lê ji ber ku îsal baran kêm bariye û kêmbûna asta çemê Firatê, qada çandiniyê bi awayekî neyînî bi bandor bû.

Têkildarî mewisma çinînê cotkarê bi navê Mûsa El-Nasîf got: “Destpêka Mijdarê em erdê cot dikin û semad kir, lê ji ber ku ava çemê Firatê kêm bûye û baran kêm bariye ev yek bi awayekî neyînî bandor li hilberînê kir. Di encamê de min 15 donimên xwe li şûna bi patozan bi rêbazê kevn çinî.“

El-Nasîf anî ziman ku nan madeyeke sereke ye ku bi rêya genim peyda dikin û got:" Lê ji ber kêmbûna avê hilberîn ne zêde ye ji ber wê ger tiştek awarte çênebû ez ê hilberîna îsal nefroşim û bihêlim sala bê.

Cotkarê bi navê Mihemed El-Hemed jî got: “Mewsimê îsal baş e lê ne mîna sala borî ye. Lêçûna wê jî pir bû, ji ber ku me tov, semad û dermanên kurmikan kirî. Her wiha ji ber kêmbûna avê û baranê me gelek zehmetî di avdanê de kişand.”

Endamê beşa kooperatîfan a Gerînendetiya Çandiniyê ya bajarê Hecînê Xelîl El-Mihemed ev yek diyar kir: “Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya warê çandiniyê gelek xebat pêşkêş kirin bi taybet ji bo hilberîna genim. Tovên baş bi nirxa 360 lîreyên Sûriyê ji bo her kîloyekê li cotkaran belav kir. Miqdara ku bi rêya kooperatîfan hatiye belavkirin gihaşt 300 tonî.”

El-Mihemed wiha gotinên xwe domand: “Me semad bi nirxa 20 dolarî ji bo her turikekê pêşkêş kir. Miqadara ku hatî belavkirin gihaşt 2 hezar turikan. Nirxa semadê yorya 17.5 dolar bû. Me derdora 5 hezar turik belav kir. Her wiha me jeneratorên 28 kooperatîfên xeta rojhilat sererast kirin.“

El-Mihemed da zanîn ku hilberîna genim li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber kêmbûna ava çemê Firatê û ji ber ku îsal baran kêm bariye bi awayekî mezin zirar dîtiye. Şewatên bi hinek zeviyan çêbûne û pêla kuliyan jî rewş xirabtir kir ku hewl dan tune bikin.

El-Mihemed destnîşan kir ku koordîneyek di navbera cotkaran, kooperetîfan, meclisên şaredariyan û hêzên ewlekariyê de heye da ku rê li pêşiya şewatan bigirin. Her wiha diyar kir ku ji bo wê 4 erebeyên agirkujiyê tevî xebatkarên pîspor amade kirine û li herêmên Ebû Hemam, Hecîn, Şefa û El-Sûse belav kirine da ku di her rewşeke awarte de amade bin û nêzî herêmê bin.

Girêdayî rûbera ku hatiye çandin El-Mihemed got:" Îsal derdora 500 hezar donim hatiye çandin. Di nav de 300 hezar donim bi rêya kooperetîfan têne çandin û 100 hezar donim bi rêya projeyên taybet û 100 hezar donim jî bi rêya kooperetîfan û projeyên taybet têne avdan ku bîran bi kar tînin."

Her wiha El-Mihemed îşaret pê kir ku hilberîna îsal dê depo bikin a zêde jî dê bişînin Şirketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê da ku ji bo herêmê bi giştî depo bikin û got: "Gerînendetiyên çandiniyê dê beşek ji xebatên teswîqkirinê hilde ser xwe. Dê hilberînê ji cotkaran bigire û bişîne embarên genim. Ceh jî îsal bû çêrgeh."

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kîloya genim bi hezar û 150 lîreyên Sûriyê û ceh bi 850 lîreyên Sûriyê diyar kir.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/niqeGvGZEYE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>