Artêşa dagirker gundê Aqîbê topbaran dike, jiyana sivîlan di metirsiyê de ye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di van kêliyan de gundê Aqîbê ya navçeya Şêrawayê, bi dijwarî topbaran dike.

Artêşa dagirker gundê Aqîbê topbaran dike, jiyana sivîlan di metirsiyê de ye
3 hezîran, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji duh şev de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Aqîbê bênavber topbaran dike. Di encamê de, zirarên madî çêbûn. Her wiha bi dehan pez jî ji ber topbaranê mirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê, di van kêliyan de, bê navber gundê navborî topbaran dike.

Li gorî agahiyan jiyana sivîlên di gund de di xeteriyê de ye û metirsî hene ku komkujî rû bidin.

ANHA