'Hemleya 1`ê Hezîranê berdewamiya serekeftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye'

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê ji bo 1'ê Hezîranê roja ku hemleya rizgariya Minbic ji DAIŞ'ê dest pê kiriye, meşek li dar xistin.

'Hemleya 1`ê Hezîranê berdewamiya serekeftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye'
'Hemleya 1`ê Hezîranê berdewamiya serekeftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye'
'Hemleya 1`ê Hezîranê berdewamiya serekeftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye'
1 hezîran, 2021   12:32
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê bi meşekê piştrast kirin ku pêkhateyên herêmê li dijî tevahî rêbazên êrişan, bûne yek.

Şênî li pêşiya çerxerêya Jinê ya li navenda navçeya Dirbêsiyê kom bûn û alên Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) hildan.

Meş ji çerxerêya Jinê dest pê kir, li kolanên sereke ya navçeyê geriya û ber bi navenda Kongreya Star ve dewam kir. Beşdaran siloganên ku berxwedana pêkhateyên herêmê silav dike, berz kirin.

Li ber navenda Kongreya Star meş veguhirî mitîngê. Endamê Revebir a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Omer Kalo axivî û destpêkê hemû cangoriyên azadiyê bi bîr anî.

Kalo diyar kir ku ewladên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe dan û têkoşîn kirin da ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê yên ku dewleta Tirk desteka wan dike, rizgar bikin.

Kalo anî ziman ku 1'ê Hezîranê şoreşa azadiyê dest pê kir, her wiha nuqteya destpêkê ya rizgariya Minbic ji çeteyên DAIŞ'ê bû û misogeriya azadî, aşîtî û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê ye.

Kalo da zanîn ku Hemleya 1`ê Hezîranê berdewamiya serekeftinên Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye

(dm)

ANHA