Li Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir

Li bajarê Reqayê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jina rêxistinkirî em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê ava bikin" Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya bi beşdarbûna 150 nûnerên hêzên siyasî û leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest pê kir.

Li Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir
Li Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir
Li Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir
Li Reqayê Kongreya Damezrandina Kombûna Jinên Zenûbiya dest pê kir
1 hezîran, 2021   12:28
REQA

Kongre li hola El-Tac a bajarê Reqayê tê lidarxistin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêm Efrînê Şîraz Hemo, Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Sîham Dawûd, ji fermandarên QSD`ê Lîlwe El-Ebdulah, nûnerên Komeleya Çerkes a bajarê Minbicê, komeleya Tirkmen û kesayetên jin ji herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazor beşdarî kongreyê bûne.

Endama komîteya amadekar a kongreyê Sîham Hemo axaftina destpêkê kir.

Paşê bi navê komîteya amadekar Ihtîmad El-Ehmed wiha got: "Li gorî xebatên salên borî rêxistineke nû hate ragihandin û ew jî ji bo yekitiya îradeya jin û gihaştina wê ji hemû aliyên jina re ye. Her wiha da ku karibin di hemû aliyan de bixebitin û rola wan di rêveberirina pêvajoya ber bi çareseriya siyasî li Sûriyê sereke be û hêvî û xwestekên jinên Sûriyê û aştiyê li Sûriyê pêk bîne.

Paşê bi navê jinên Tebqa, Reqa û Dêrazorê Meryem Îbrahîm ev tişt anî ziman: "Ev kombûna me isbat dike ku jin pêşenge  di civakê de. Îro piştî 4 salan ji rizgarkirina van herêman em dikarin bêjin ku zayîneke nû ji jinên azad re ye.

Kongre didome.

(bx)

ANHA