Li Hesekê Teqîn, sivîlekî jiyana xwe ji dest da – HATE NÛKIRIN

Matorsiklêteke bombebarkirî li gundê Humer piştî çerxereya El-Xezil ê rojhilatê bajarê Hesekê pêk hat, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û yek jê zarok 3 sivîl jî birîndar bûn.

Li Hesekê Teqîn, sivîlekî jiyana xwe ji dest da – HATE NÛKIRIN
1 hezîran, 2021   07:31
HESEKÊ

Nûçegihanê me ragihand ku beriya çend kêliyan teqînek li gundê Humer ku derdora 5 kîlo metre dûrî çerxereya El-Xezil ê li rojhilatê Bajarê Hesekê ye, pêk hat, li gorî agahiyan teqîn bi rêya matorsiklêteke bomberarkirî de ku şaneyekî veşartî dajot, pêk hatiye.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama teqînê de Hesen Elî Mihemed (36) jiyan xwe ji dest da û yek jê zarok, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Piştî teqînê sivîl rakirin nexweşxaneyê û hêzên Ewlekariya Hundirîn jî cihê bûyerê dorpêç kirin.